Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Navenda Hevkarî di asta berpirsên bilind de hate lidarxistin

16:38 - 25 Şibat 2020

Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, di civînekê de ku li asta berpirên bilind bi rê ve çû, spasiya xelkê Kurdistanê hate kirin ku hilbijartina meclisa rejîma Îranê baykot kirin û di derheq çalakiyên navxwe yên welat de gotûbêj kirin.

Roja Duşemî, 5`ê Reşemehê, kombûna Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, li binkeya Desteya Birêveberî ya PDKÎ di asta berpirsên yekem de bi rê ve çû.

Mijarên sereke yên civînê baseke kurt li ser rewşa siyasî a Îranê û encama bi nav hilbijartinên xola 11`emîn a meclîsan Şêvre ya Îslamî bû.

Di vê pêwendiyê de, kombûnê li ser bicihbûna siyaseta Navenda Hevkariyê û baykotkirina bi nav hilbijartinê, helwesta netewî a gelê Kurd û gelên Îranê, hemû qatên civakê û pêşwaziya wan ji baykotkirina hilbijartinê, destxweşî hate kirin.

Piştre di kombûnê de, li derheq kar û çalakiyên navxwe û girîngîdan bi çalakiyên siyasî, medenî, bi kom û hemûalî yên xebatê axavtin hate kirin.

Di parek din a civînê de, bas ji girîngîdana pêwendiyên Navenda Hevkarî li asta navnetewî, Îranî û Kurdistanî û mîkanizma karkirin digel hev hate kirin.