Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînek bo Kurdên her çar parçên Kurdistanê li Ewropayê hate lidarxistin

19:04 - 9 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Civînek bo Kurdên her çar parçên Kurdistanê li Ewropayê hate lidarxistin, ku di wê civînê de, Parlemanter “Autriche ê” jî amade bû.

Roja Yekşemî 15`ê Banemerê, Pêwendiyên PDKÎ û Partiya Sosyalîst ya Bakûr, civînek bo Kurdên çar parçên Kurdistanê lidar xistinbûn, û her bi vê boneyê jî pêwendiyên PDKÎ, endamê niha yê perlemana Ewropayê, û berbijêrê gera bê ya parlemanê bo vê civînê hatibû gazîkirin, û bo wê ku bîr û ramanên xwe derheq rola perlemana Ewropa û pirsa Kurd bîne ber bas.

Her di vê derheqê de, “Mark Dê Mêsmakêr” li Partiya NV-A di vê civînê de amade bû û gotinek pêşkêş kir.

Roja Yekemî 15`ê Banemerê, Kurdên her çar parçên Kurdistanê û Partiyên cuda civînek li “Brussel” bi merema niqaşkirina pirsa Kurd lidar xistibûn û di wê civînê de, derheq doza Kurd di parçên cuda yên welatan de axavtin.

Pêwendiyên Hizbê, ew civîna derfetek dane zanîn da ku, li berbijêrên parlemana Ewropayê daxwaz bikin, da ku ji nêzîk ve siyaset û ramanên xwe bo Kurdên derve bas bikin.

Bo vê meramê jî, “Mark Dê Mêsmakr”, li Partiya “NV-A“ ku navbirî niha jî endamê parlemanê ye, û di vê civînê de amade bû, û di destpêka civînê de axavit.

Navbirî dîtingeha Partiya xwe ku Nasiyonalîsta miyangir li çar çêveya nasiyonalîzma medenî y xiste ber bas û li ser nasiyonalîzmekê tekez kir ku çend alî be û herwisa li ser nasnameya neteweyî.

Navbirî di berdewamiya axavtina xwe de, bas li pirsa Kurd kir û pirsa Kurd wekî pirseke rewa da xuyakirin û piştevaniya xwe bo Kurd bo hemû parçên Kurdistanê nîşan da.

Di dawiyê de bas ji vê kir ku, li heyama ku li parlemanê de endam bû, hemû demî kar bo piştevaniya doza Kurd kirine û hekî dîsan jî biçin parlemana Ewropayê,  wê li ser vê rê her wekî berê berdewam bin.

Herwisa gotinên xwe bi vî awayî bidawî anîn ku, her hêviyek bo neteweya xwe hene û her wê hêviyê jî bo neteweya Kurd dixwaz in.