Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînek bo mamoste Hesen Şêweselî hate lidarxistin

10:55 - 9 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Roja Înê 16`ê Sermaweza 1397`an (5`ê Kanûna Pêşîn), Komîteya  giştî ya PDKÎ ya li welatê swîdê bi berpirsayetiya Kakebira Elyasî, berpirsê komîtê, civînek bo mamosta Mela Hesen Şêweselî, endamê îftxarî yê Navenda Siyasî a PDKÎ, li bajarê “Westeros” a “Swîdê”  lidar xist.

Her di vê civînê de, komek ji endam û kadrên hizbê û heyeta giştî ya hizbê sê xelat bi armanca rêzgirtinê pêşkêşî mamoste kirin.

Yekem deste gulek, bi nîşaneya rêzgirtin û pîrozkirinê, bi boneya 16`ê Sermawezê û herwisa emegnasiyek bi mamosta, û duyem jî lewha rêzgirtin ji mamoste re, ji aliyê komîteya giştî  ya hizbê di welatê “Swîdê”, bi nîşaneya pêzanîna derheq zehmet û têkoşîna  mamoste de, û sêyem jî destek kincên  pîroz yên pêşmerge, bi nîşaneya rêzgirtin ji hemû pêşmergeyan û kêmendamên çeperên xebatê û mandîbûna pêşmerge.

Her di vê pêwendiyê de, piştî wergirtina her xelatekê tevî wergirtina xelatan, mamosta ev hemû xelat wekî diyarî pêşkêşî pêşmerge û kêmendamên çepera xebatê, û xwedêjêrazî Kerîm Hedad kirin.

Di beşeke din a wê rêûresmê de, komîteya Partiya Demokrat ya li welatê Norwêjê jî, wekî emegnasiyekê bo “Kelsûmxan” hevjîna mamoste  bi pêşkêşkirina deste gulekê rêz ji navbirî girtin, û di beşeke  din a vê rêûresmê de jî, mamoste axavtineke têrûtejî û pirrnawerok  derheq xebatê de kir, û keyfxweşiya xwe ji bo vê biryara Navenda Siyasî ragehand.

Hêjayî basê ye ku  mamosta ji aliyê terorîstên Komara Îslamî ve hatibû terorkirin, û di encama vê terorê de beşek ji endamêm leşê xwe ji dest dan. Terorîstan ku pîlana terorê  bo mamoste darêtibûn, karîn ji xweşnaviya mamoste  derheq zanist û hînbûnê de mifahê werbigirin û pirtûka “Didan Spî” (Spîd Dendadn) ku “Cek Lenden” nivîsî ye, bombeyê di nav de cihgîr bikin.

Ev pirtûka ji riya sîxorên xwe ve  gihandibûne destê mamoste, û di vê kiriyara dijîmirovî de jî, mixabin mamosta her du çav û destê  xwe ji dest dide, û beşeke zêde ji laşê wî jî di vê teqînê de bi dijwarî birîndar dibe.

Komîteya PDKÎ ya li welatê “Swîdê”,  tevî mehkûmkirina vê hovîtiya rejîma Îranê, keyfxweşiya xwe, derheq diyarîkirina  16`ê Sermawezê, wekî roja kêmendamên hizbê nîşan da.