Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

festîvalek bo piştevanîkirin li berbijêrên “PAK û PSK”ê hat lidarixistin

18:21 - 3 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li welatê “Danmark”ê li bajarê “Kopenhag” a paytexta wê welatî, festîvalek bo piştevanîkirin li berbijêrên “PAK û PSK”ê hat lidarixistin.

Roja Şemî 11`ê Reşemeh(2`ê Adar)ê Şandeke komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê “Kopenhag”ê, li festîvala bo piştevanîkirin li berbijêrên “PAK û PSK”ê beşdarî  kir.

ew rêûresm, bi sirûda netewey a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê, dest pê kir.

Piştire ji aliyê “Serhad Amedî” bi nûneratiya du aliyên Hizbên Partiya Sosyalîs a Kurdistan û Partiya Azadî a Kurdistana Bakûr, peyamek pêşkêş kir.

“Serhad Amedî” di peyamekê de, giringî bi rewşa Kurd li Kurdistana Bakûr da, û behsa sedema pêkhatina eniya welatperwer û demokrat li meydana Kurdistana Bakûr de kir.

“Serhad Amedî” got, em wekî du Hizbên “PAK û PSK”ê keyfxweş dibin ku, di gel hemû hêzên Kurd, yên Kurdistana Bakûr ku li pêxema berjewendiyên Kurdistan û Kurd, di eniyeke berfireh de beşdar bin, lê mixabin siyaseta şaş ya hinek ji hêzên Kurd yên wekî, HDP û siyaseta xendeq kolan, di nav bajarên Kurdistana Bakûr û vêranbûna  wan bajaran û herwisa pêbendnebûna, HDP`ê bi biryarname û pirensîpên berê ku, li gel me vajo kiribû, û wisa dikirin ku em wêcarê cuda û wekî eniyekê ku, di nav xelkê de bi eniya welatperwer û demokrat hatiye naskirin beşdarê hilbijardinên Kurdistana Bakûr  bin.

Herwisa “Serhad Amedî” îşare bi pêşwazîkirina, xelkê derheq vê eniyê  de kir.

di beşeke din ya vê rêûresmê de, çend mozîk, ji aliyê hûnermend “Şoreş”  hate pêşkêşkirin.

Di vê rêûresmê de, hevalên Partiya Sosyalîst a Kurdistan û Partiya Azad a Kurdistanê, spas û pêzanînên xwe derheq piştewanîkirin a berdewam a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir.