Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di civîna zanistî ya ku bo Kurd û Ereban pêk hatibû beşdarî kir.
Roja Yekşemî rêkefta 8`ê Banemerê li ser gaxîkirina fermî bi serokatiya zanîngeha bajarê Koyê, şandeke PDKÎ bi serperestiya Fû`ad Xakîbêygî, endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ, digel Nasir Salihîesl nûnerê hizbê li bajarê Koyê di vê civîna zanistî ya ku bo diyaloga Kurd û Ereban û bi navê Rewşenbîr û doza bihevre jiyana hevpar pêkhatibû beşdarî kir.
Zanîngeha Koyê û zanîngeha Bexdayê bo heyama 3`ê rojan bi beşdariya kesayetî û lêkoler û mamostayên zanîngehê, li ser rihendên cuda yên derheq pirsa bi hevre jiyankirin hêviya Kurd û Ereban li Îraqê ye nîqaşkirin.