Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînên li ser “Bercam”ê bê encam mane

13:15 - 3 Nîsan 2021

Rejîma Îranê îdia dike ku bernameyên pêngav bi pêngav yên hilgirtina dorpêçan qebûl nake û heta dorpêç bi tewawî neyêne rakirin, ti danûstandin rasterast an nerasterast digel Amerîkayê nake.

Roja Înê 2ê Nîsanê, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Zerîf” li ser rûpela xwe a tora civakî ya “Twitter”ê nivîsî: “Ti hevdîtinek di navbera Îran û Amerîkayê de tinabe û hewce bi wê hevdinê tinîne”, lê berpirsekî Yekîtiya Ewropayê daye zanîn ku, di cîvîna bê ya di bajarê “Viyen” ê paytexta Otrîşê de, nûnerê Amerîkayê bê danûstandina rasterast di wê civînê de, dê beşdar bibe.

Di vê derheqê de jî, Wezîrê Derve yê Almaniyayê, “Heiko Maas” ragihand: “Nabe em îznê bidin ku dem ji dest here, girêbesteke hemû alî ku hemû rêzê lêbigrin, serkevtinek bo ewlehiya tewaw ya deverê ye û baştirîn pêgeh bona danûstandina bê li ser pirsên girîng yên ewlehiya deverê ye”.

Pirsgirêga bernameya navkî ya rejîma Îranê û hewlên dewleta “Joe Biden” bona rakêşandina rejîma Îranê li ser maseya danûstandinan, rasterast digel Amerîkayê heta niha bê encam maye û rejîma Îranê bi ti awayî amade nîne ji bernameya navkî ku çendîn beşên metirsîdar bo cîhanê wekî bidestveanîna çeka navkî li xwe digre, dest hilgire û tim hewla paşxistina wan danûstandinan bi armanca qazanckirina dema zêdetir bo bernameyên xwe yên navkî dide.

Di vê derheqê de, Senatorê Komarîxwaz yê Amerîkayê, “Jim Inhofe” li ser rûpela xwe ya tora cîvakî ya “Twitter”ê rû bi dewleta “Joe Biden” nivîsandiye: “Di sala 2015`an de endamên her du partiyan di Kongireyê de “Bercam” red kirin, hekî di heftiya bê de wê girêbesta şikestxwarî dûbare bikin, em jî dê careke din bona redkirina wê, dê destbikar bibin”.