Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînên nerizayetiyê di piraniya bajarên Îranê de berdewamin

13:28 - 13 Nîsan 2021

Nerizayetiya malnişînan û maltorandiyan bona daxwaza mafê xwe, hindî pêdiçe berfirehtir dibe û seranserî Îranê girtiye.

Roja 12ê Nîsana 2021an li piraniya bajarên Îranê de kesên malnişîn kirî, bi lidarxistina kombunên nerizayetiyê li ber derê îdarên rejîmê, berdewam bû û daxwaza mafê xwe dikirin û diruşm bi dijî deshilatdarên rejîmê didan.

Ew bajarên ku di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de şahidê nerizayetiya qatên cudacuda bûn ewin, Îlam, Kirmaşan, Sine, Seqiz, Urmiye, Tehran, Bêcnurd, Nîşabûr, Ehwaz, Şûş, Tewrêz, Isfehan, Meşhed, û gelek bajar û dewerên dinê.

Wan xwenîşanderan bang ji hemî xelkê seranserî Îranê dikin ku bona piştewaniya wan dest bi nerizayetiyê bikin.

Wan di kombûnên nerizayetiya xwe de bi dijî rejîmê û deshilatdarên bê kifayete wê diruşm didan û digotin: “Dujminê me lêreye, direvan dikin ku Amerîka ye”, “Hindî me direv bihîstinî, êdî em deng nadin”,” Em deng nadne bêdadiyê ”, “Ruhaniyê bê şeref dibe bête idamkirin”,

Nerizayetiya wan qatên mafxwarî roj bi rojê berfirehtir dibe û di çendîn bajaran de êrîş kirne ser îdarên rejîmê û li hember de digel tepeseriya hêzên rejîmê hember bûn.