Hêzên Spaha Pasdaran a terorîst li gundê “Hesen Nûran” ê bajarê “Şino”yê, xwestine ku di nêzbûna salvegera mirina “Qasim Silêmanî” yê terorîst de çalakiyên banghêjiyê bikin, lê ciwanên gund guh bi wan re nedane.
Pêka zaniyariyên ku gihîştine Malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî, 31ê Kanûna Pêşîn, dema ku hêzên Spaha Pasdaran diçine nav gundê “Hesen Nûran”ê û dixwazin li nav ciwanên gund banghêjiyê bo “Qasim Silêmanî” bikin, ciwanan guh bi wan re nedane û ew bi cih hiştine.
Li nêzbûna salvegera mirina “Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis” ên terorîst, rejîma Îranê tevî ku gefan li Amerîkayê dixwe û basa tolhildanê dike, di hundirê welat de jî dest bi dariştina bername û karên cuda bo wan 2 terorîstan kiriye.