Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanek di nav avbenda Sîlwanayê de xendiqî

13:01 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Pêncşemî 16`ê Temûzê, ciwanek di avbenda Sîlwana ya girêdayê bajarê Urmiyê de xendiqî û piştî rojekê termê wî ciwanî hate peydakirin û herwisa nûciwanek 16 salî li Bokanê di nav avê de xendiqiye

Pêka nûçeyên nefermî ên navxweyê parêzgeha Urmiyê, ciwanekî xelkê parêzgeha Tewrêzê ku temenê wî 27 salî ye li avbenda Silwanayê de xendiqiye û heta niha nasnameya wî kesî rohn nebûye û herwisa nûciwanekî 16 salî xelkê Bokanê li dema xweavdanê li navbera pompaja ava Seqiz û gundê “Qelage”yê xendiqiye.

Xweavdan di ava avbendan de gelek metirsîdar e û renge avjenên bi hêz jî nekarin ji metirsiyên ava avbenda xwe rizgar bikin û dibe xelk haydarê wan metirsiyan bin.

Pêka amaran heta niha 64 kes di avbenda Sîlwanayê de xendiqîne û berpirsên parêzgehê tevî agehdarbûn ji rewşa metirsîdar a wê avbendê ti kes an kesanek bona rizgarkirina xelkê li wê avbendê de erkdar nekiriye û ti binke an navendek ava nekirine.