Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî kasibkare Kurd di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hate kuştin

12:17 - 4 Kanûna pêşîn 2020

Hêzên rejîma Îranê kasibkarekî xelkê Banê di dema kasibkariyê de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi awayekî hovane kuştin, Herwisa ciwanekî dinê jî li bajarê “Zahidan”ê ji aliyê rejîmê ve hate kuştin.

Roja Pêncşemî 3ê Kanûna Pêşîn, Kasibkarekî Kurd, xelkê bajarê Banê yê bi navê “Bêhzad Mihemedî” di dema kasibkariyê li sînorê “Kafeçî” ya girêdayê bajarê “Serbaz” li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ve hate kuştin û pêka ragihandinên ne-fermî gulle li serê wî ciwanê Kurd dane.

Herwisa Ciwanek li şeqama “Seidî” a bajarê “Zahidan”ê li rûberûyê navenda “Cemaeta Teblixî” ji aliyê hêzên Îtila`ata rejîma Îranê ve bi dijvarî hatiye birîndar kirinê lê heta niha ti zanînek li ser heger û sedema teqe kirna bi wî ciwanî nehatiye zanîn.

Hejarî û nebûna dahata xelkê li Îranê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bûye sedem ku xelkê wan deveran bona peydakirina dahatekê biçne cihên dinê heta bikarin pariyek nanê bo zarokên xwe dabîn bikin, lê rejîma Îranê di her cihekî de rêgirê wan e û wan dikuje.