Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî

10:48 - 4 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Ciwanekî Kurd ê xelkê deverî Qutorî ser bi bajarê Xoyê bi sedema hejarî û givaşa jiyanê dawî bi jiyana xwe aniye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja çarşemî 13`ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd ê bi navê “Sefer Mihemedî” û temen 23 salî, xelkê gundê Gewar a ser bi devera Qutor a girêdayê bajarê Xoyê, dawî bi jiyana xwe aniye.

Wî welatiyê Kurd bi sedema hejarî, bêhêvîbûn û givaşa jiyanê dawî bi jiyana xwe aniye.

Her di vê pêwendiyê de, “Leyla Ebdî Şiyana” xelkê gunda Wisoken a ser bi bajarê Mehabadê, bi sedema arîşeyên malbatî bi çekek bi navê tapir, dawî bi jiyana xwe aniye.

Pêka amarên ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di vê derheqê de belavkiriye, di destpêka Bihara îsal heya destpêka meha Sermazê de, heya niha 103 jinan hewla xwekujiyê dane, û di nav wan 103 kesan de, Sê kes li xwekujiyê rizgarbûne.