Kurdistanmedia: Ciwanekî Kurd ê tiknîsiyenê hawarhatin ê xelkê bajarê Urmiyê bi sedema nezanîna zimanê Tirkî hate desteserkirin.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 7`ê Gelawêjê, Ciwanekî Kurd ê tiknîsiyena hawarhatin ê xelkê bajarê Urmiyê, bi sedeme nezanîna zimanê Tirkî, ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst ve hate desteserkirin,û bi wê sedemê berpirsên Tirkên payebilin ên rejîmê bertek nîşan dan.
Her di vê derheqê de, Nadr Qazî Pûr ê bi nav nûnerê meclîsê yê bajarê Urmiyê, bi desteserkirina wî ciwnê Kurd ve bertek nîşan da û got: Berpirsên ku pêwendî bi nexweşxanê ve hene dibe reftarên hevce digel wî tiknîsiyenê hawarhatinê bikin, lê hekî nekin bila nameya teswiya xwe binivîsin.
Qazî Pûr ê bi nav nûnerê meclîsê daye zanîn ku, hekî berpirsên pêwendîdar kiryarên hevce encam nedin, ezê bixwe li pey wî meselê bikevim.
Herwisa Hadî Behadûrî jî di ser rûpela xwe a tiwîtirê nivîsî bû ku, hevceye ku hemû, rûniştiyên bajarê Urmiyê nemaze para xizmetgizarî, bank û navendên dermanî, zimanê Tirkî hîn binin.
Axavtinên wan berpirsên faşîst ên rejîmê di demekê de ne ku, piraniya rûniştiyên bajarê Urmiyê Kurd in û karbidestên rejîmê bi awayekî faşîstî mijûlê tepeser kirina Kurdên bê sûçin.