Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî kurd di kêbirkêya Navneteweyî ya karzaniya Azad de serketin bi dest anî

12:53 - 3 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Serketinên ciwanên Kurdistanê di asta Îran û cîhanê de didome, û di vê derheqê de, ciwanekî xelkê bajarê Seqizê, di kêbirkêya “Karzanî ya Azad” de, xelata Zîv bi dest xwe ve anî.

“Ferzad Silêmanî”, ciwanekî xelkê bajarê Seqizê, di kêbirkêya “Karzanî ya Azad” ya Awrasiya, di rişteya saziyên Berqî de karî xelata Zîv bidest xwe ve bîne.

Ew kêbirkêya di bajarê “Yikatrinborg” a welatê Rûsiyê de bi rêve çû.

Navbirî di wê kêbirkêyê de, karî li pişka saziyên Berqî de, serketinê bi dest bîne.

“Silêmanî”, berê jî, di 13`emîn dewre kêbirkê ya navneteweyî ya Karzanî di rişteya saziyên Berqî de, karîbû xelata Zîv bi dest xwe ve bîne.