Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd li warê zanistê pileya sêyem bi dest xist

11:56 - 7 Adar 2019

Kurdistanmedia: Ciwanê Kurd yê xelkê Rojhilata Kurdistanê, di rêkeberiyên zanistî û tekinîkî de li asta Îranê, şiya pileya sêyem a zanistê, bi dest xwe bixîne.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Mihemedriza Kehrîzî” xelkê bajarê Kamyarana girêdayî parêzgeha Sine, di rikeberiyên robatîk û hişê destçêkirî a navdewletî de şiya pileya sêyem a Îranê dest xwe bixîne.

Rêkeberiya robatîk û hişê destçêkirî a navdewletî li Tehranê hate lidar xistin, û ev ciwanê Kurd  xelata “Fîrakap a 2019`an”,   ya derheq behsa kodakoptirî bi destveanî.

Ciwanên Kurd tevî arîşe û nebûna îmkanatên hewce yên dersxwindinê, di Îranê û cîhanê de, di warê zanistê de, bilindtirîn pileyan dest xwe dixînin.