Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd xelatekî cîhanî bi dest xist

12:59 - 15 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Sineyê, zêra “Fîlamurniya” ya festîvala “FBC” a 2019`an a Qêrqîzistanê di beşa xelkê de bi dest xist.

“Mîlad Mewlûdî” hunermendekî xelkê bajarê Sineyê, bi sedema yek ji wan wêneyên ku li newroza gundê Tengîserê de girtibû, di asta cîhanî de kariye xelata zêr a “Fêlamurniya” ya welatê Qêrqîzistanê bo sala 2019`an bo xwe misoger bike.

Di hemû Îranê de, bilî wî hunermendê tenê çend kesên din karîne vê xelatê bi dest bînin.

Wî ciwanê Kurd di vê festîvalê de wekî kesê sêhem û dinavbera wênegirên Îraniyan de jî wekî kesê yekem hatiye hilbijartin.

Mîlad Mewlûdî, temen 21 salî û ji dayîkbûyî bajarê Sineyê ye û di dawiya sala 1393`an de dest bi wênegirtinê kiriye, û di sala 1394`an de bûye endamê encûmena “Sîma Cewan” a Kurdistanê.

Ew hunermendê kurd, tevî beşdarîkirin li zêdetir ji 15 festîvalan û pêşangehên wêneyan, ji wan: Festîvala wênegirên Kurd li Silêmaniyê, festîvala Navnetewî li Kirmaşanê, festîvala navnetewî li Hewlêrê, pêşangeha wêne li Slêmaniyê, pêşangeha wêneyên jinên Kurd, pêşangeha wêneyên jiyan reş û spî, di kêbirêya wêneya girûpa hînkarî ya “Ana” ya Tehranê de jî, pileya duhem bi dest anîbû.