Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî xelkê Bakûrê Kurdistanê bû bi lîstikvanê tîma topa pê ya Barsêlonayê

12:22 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2022

Lîstikvanekî Kurd ê bi navê “Emrah Demîr” lîstikvanê tîma topa pê yê Qeyserî Sporê bo lîstin li tîma “B” a Barsêlonayê hatiye vergirtin.

Emrah Demir ji dayîkbûyê sala 2004an û xelkê bajarê “Eleh”ê girêdayî parêzgeha “Batman”ê li Bakûrê Kurdistanê ye ku, malbata wî bi sedema pirsgirêkên digel hikûmetê bi neçarî li bajarê Mersînê rûniştine û “Emrah Demir” ji temenê 15 saliya xwe ve wekî lîstivanek bi wec li tîma Qeyserî Sporê de lîstiye.

Pêka nûçeyên belavbûyî wî ciwanê Kurd girêbestek bo heyama 5 salan û bi nirxa 2 milyon EURO digel tîma topa pê ya Barsêlonayê girê daye.

Navbirî behs kiriye ku jixwe kirina kirasê tîma topa pê ya Barsêlonayê weke hêviyeke zarokatiya min bû û ez dixwazim digel vê tîmê di lîga pehlewaniya Ewropayê de pileya yekem bi dest bixim.

Navbirî bo wajokirina girêbesta xwe û ceribandinên pizîşkî serdana grûpa topa pê Barsêlona li Kataloniyayê kiribû.

Ciwanên Kurd eger derfet hebîn li warên cuda de dikarin serkevtinên mezin bi dest xwe bixînin, lê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, ciwanên Kurd divê çendîn lemper û fîlteran derbas bikin ku bikarin di warekê de mijûl bibin, mixabin piraniya caran rejîma Îranê wan derfetan ji ciwanên Kurd re nade.