Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên Dize ya Mirgewer peyameke hevxemiyê belavkirin

11:11 - 21 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Ciwanên “Dize” ya ser bi devera “Mirgewer” a girêdayê bajarê Urmiyê, hevderdiya xwe, li derheq can ji dest dana “Ferhad Xusrevî” û “Mihemed Xusrevî” kolberên cangorî ên xelkê gundê “Nê” a girêdayê bajarê Merîwanê, di peyamekê de belavkirin.

Peyam wiha ye:

Silav ji canê paqij ên şehîdên nan û jînê

Silavekî pir ji jan, janek ku nahêle malbat û gelê te stûxwar be, silavekî pir ji girî, giriya dayîkên welat, dayîkên xortên gel ku bûne cangoriyê gel û xortên ku nexwastin wekî caşan bi stûxwarî bijîn.

Em ciwanên “Dize” ya “Mirgerwer”, sersaxiyê didine malbatên wan 2 ciwanên Kurd, ku bûne cangoriyê xîret û mêraniya xwe, mêraniyek ku her kesekî tineye, ew nûgihan bûn, ku nexwestin wekî zaf kesan (caşan), bi stûxwarî bijîn, evan rêka man û nemanê hilbijart heya şermezarê wî gelî nebin, rêya serbilindiyê hilbijartin.

Em wekî ciwanên Kurd, xwe hevxemê malbata serbilind a wan dizanin û di wir de jî rejîma cinayetkar a axûndî berpirsyarê wî karî dizanin û şermezar dikin.

Ciwanên Dizeya Mirgewer

Serketin bo Kurdistan û merg û neman bo caş û neyarên Kurdistanê