Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên Kurd li Bokanê kargeyekî berhemanîna madayên nakotîk şewitand in

22:27 - 12 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Li devera Aleşîn a ser bi bajarê Bokanê, cihekî berhemanîna madeyên sirker ya kirêgirtiyên rejîma Îslamî a Îranê ji aliyên ciwanên Kurd ve hat şewitandin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, çend roj berî niha herjmarek ji lawên Kurd rûniştiyên devera Aleşîn a Bokanê kargeyekî berhemanîna madeyên hişber, ku ji aliyê kirêgirtiyên rejîma Îranê ve hatibû ava kirin şewitandin.

Raport bas ji wê dikin ku şewitandina wê kargehê, ku ew kargeha berhemanîna madeyên nakotîk di navbera gundê Biramava û Mişîrava helkevtiye, bû cihê kefxweşiya rûnştiyên wê deverê.

Di heyamên çend salên derbasbûyî rejîma Îslamî ya Îranê ji rêya dest û pêwendiyê xwe li Kurdisanê çendîn gargehên medeyên hişber, bi xasmanî Şîşe ava kirin.

Piştre jî di raporatan de hatiye bilavkirin, ku dest û pêwendî û kirêgirtiyên rejîma Îranê li bajarê sînorî yê Serdeştê pitir ji 300 kargehên berhemanîna madeya Şîşe ava kirine û bi Tiranzît bo bajarên Kurdistanê û Îranê rêdikin.