Kurdistanmedia: Ciwanên gundê “Niyêr”ê, bi boneya salroja jidayîkbûna Dr. “Qasimlo”, peyamekî pîrozbahiyê belav kirine û di wirde, emegnasiya xwe bi rêbaza Dr.“Qasimlo” re dûbare kirine.
Peyam wiha ye:
Bi boneya salroja derketina roj welat, jidayîkbûna pêxemberê aştîyê, Dr. “Ebdulrehman Qasimlo”, xweşiktirîn û bedevtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd bi giştî û nemaze, pirozbahiyî ji malbatên serbilind yên şehîdan, endam û pêşmergên qehreman ên PDKÎ dikin.
Em ciwanên gundê “Niyêr”ê di wê boneya pîroz de, digel Rasanî yên Rojhilatê, peymana xwe nû dikin ku heya dilopek xwîn di leşê me de mabe, emê emegnasê rêbaza Dr. “Qasimlo”yê nemir bin û çepera pîroz a şehîdan bi cih nahêlin.
Rasan heya bin ax kirina zulmê vê bidome
Serbikeve xebata rizgarixwaz a gelê Kurdistan
Ciwanên gundê Niyêr