Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên xelkê bajarê Nê di werzişê de serkevtin bi dest xistin

18:09 - 25 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Yaneya “Ciwanan” a bajarê Nê, di pêşbirkêya “kîk Boksîng”ê, di asta Îranê de karî çendîn mîdalan bi dest bîne.

Pêka rapora ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, yaneya “Cewanan” a bajarê Nê, di pêşberkiya Kîk boksîng, li bajarê Urmiyê beşdarî kir, û tîma Kîk Boksîng a Nê, wekî tîma parêzgeha Sine beşdarî di vê pêşberkêye de kiribû, ku karîn sê mîdalên zêr, du zîw û sê bironz bi dest bînin.

Yaneya “Ciwanan” a Nê bo yekem car di asta bajarê Merîwanê de ew serkevtina tomar kikin.

Vê yaneyê bi serperistî û fêrkariya “Yadigar Xalîdî û `eta Pertewî” di wê pêşbirkiyê de beşdarî kiriye û karî kemerbenda zêrîn a “kîk boksîng” a Urmiyê bi dest bîne.

Di vê pêşbaziyê de “Yadigar Xalîd, Çalak Erjengî, û Sîna Eşkanwend pileya yekem bi dest anîn, û Mêhran Muradî pileya duyem bi dest anî, Pûriya Kawe, Mêhran Rewşenî û Mihemed Perwaz pileya sêyem bi dest anîn”.