Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanro bi tewavî hatiye milîtarîzekirin

17:46 - 24 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve, bi awayekî tûnd hatine milîtarîzekirin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî, 3`ê Sermawezê, bajarê Ciwanro ji aliyê hêzên rejîmê ve bi tûndî hatiye milîtarîzekirin, û hêzên serkutker yên rejîmê di şeqam û kolanên wî bajarî de, hatine cêhgîrkirin.

Pêka gotina welatiyên bajarê Ciwanro yê, xelkê medenî li derve nînin, û yên ku di wî bajarî de têne dîtin, karbidestên hêzên îtla`atê ne.

Rewşa bajarên Rojhilatê Kurdistanê aloze û di rewşa hikûmet nizamî de ne.