
Kurdistanmedia: Heyeta çiyageriya parêzgeha Xurasana Rezewî di bexşnameyekê de bo yarîgehên vê parêzgehê ragehand ku dibe îzna dê û bavan li ser zarokên wan be bo çiyageriyê.
Li gora zanyariyên ku belav bûne, Heyeta Çiyageriya Parêzgeha Xurasana Rezewî di bexşnameyekê de bo yarîgehên vê parêzgehê ragehand ku îzinwergirtina jinên zewicî ji hevjînê xwe, û jinên soba û jêr 20 salî, ji bavê xwe hewce ye, da ku bikarin di pirogramên çiyageriyê de beşdar bin.
Ew biyarnameya ku di roja 13`ê Xezelwerê de bi beşên çiyageriyê hatiye ragehandin, li gora gotina biryarderan, ew biryar di çarçoveya parastina maddeya 1105 ya yasayên medenî û herwisa fitwata zanayên olî de ye, da ku bikarin parêzvaniyê bikin ji malbatan.
Xurasana Rezewî ji wan parêzgehên Îranê ye, ku tê de berpirs û lêvegerên dînî yasayên giran û hişk dadinên bona lidarxistina pirogramên hunerî û bi taybetî konsertan. Ehmed Elem-Elhuda nûnerê rêberê rejîmê di vê parêzgehê de, û herwisa pêşnimêjê Înê ê Meşhedê ji berevankarên yasayên weha ne.
Rayedarên rejîmê di dema biryarên weha de, dibe baş bifikirin ku eva siyasetên wan ên dijîgelî û dijîmirovane û gendeliya wan û birçîkirina xelkê welat e ku bingeh û koka malbatan têk dide, ne ku çiyagerî.