Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çiyeyê Şivankare li parêzgeha Kirmanşanê di nav agir de şewitî

16:44 - 1 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Beşek ji darên çiyayê Şivankare li bajarê Riwanserê bi sedemekî ne eşkere di nav agir de şewitî û aliyê pêwendîdar yên rejîm tu hewlek ji bo demirandina agir nedan.

Li gor rapora Kurdistanmedia, êvara roja Şemî 31’ê Gulan a 2014’an, çiyayê Şivankare şewitî, di demekê de ku berpirsên rejîma Îslamî a Îranê li hawardaçûn û rizgarîkirinê guhê xwe nedane bûyerê, hamwelatiyan û çalakvanên jîngehparêzî Şivankare û derodra wê bi awayeke xorisk agir konterol kirin.

Çavkaniyekî hayîdar bi malpera Kurdistanmedia ragihand: Pişkek ji wan hevwelatiyane ku agir kontero kiribûn, tirsa ewê hebû ku carek din ew çiyeye agir bigre, heta sibîzû li wir mabûn.

Li destpêka îsal ve heya niha li Merîwanê û Sewlawa 10 haletên agirgirtinê rû dane ku hemû bi tekoşîn û helmeta hemwelatiyan û çalakvanên jîngehparêziyê hatiye konterol kirin.