
Kurdistanmedia: Kanala CNN ji zimanê çavkaniyekê di dewleta Amerîkayê de ragehand ku Koşka Spî bona zêdekirina zext û givaşan li ser hikûmeta Îranê mijûlî nirxandina vê mijarê ye, ku baskê leşkerî yê wê wekî Saziyeke terorîstî bi nav bike.
Berpirsyarên payebilind ên Amerîkayê bi CNN ragehandine, ku ew di halê lêkolîna li ser vê pirsê ne, ku Spaha Pasdaran wekî saziyeke terorîstî ya derekî bidin nasand.
CNN di dirêjiyê de radigehîne ku ew behs li ser maseya Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ye, û hekî bê pejirandin, ew wekî siyaseta Amerîkayê ya êrîşkarane li dijî rejîmê tê hesibandin.
Hinek ji berpirsên Amerîkayî derheq biryareke weha û egera hebûna metirsiyan li se rriya berjewendiya Amerîkayê û êrîşa li ser hêzên Amerîkayî li derveyî sînorên Amerîkayê hişdarî dane, lê hinek jî dibêjin ku biryareke weha wê deshilatê dide Koşka Spî ku heyiyên Spaha Pasdaran asteng bike, û qedexeya serdankirinê danê ser berpirsên Spaha Pasdaran û dorpêçên nû jî bixe ser vê navenda leşkerî ya terorîstî.
CNN di doma rapora xwe de ji Mike Pompeo wekî alîgirê vê pilanê nav dibe.
Dema ku Kanadayê navê Spaha Pasdaran xistibû nava rîzbenda rêkxirawên terorîstî de, Pompeo bi belavkirina twittekê ragehandibû: Amerîka piştgiriyê dide vê biryara Kanadayê. Xelkê Îranê li hemberî reftarên xirab ên rejîma Îranê de bêdeng namînin. Ew ji wan piştevaniyê dikin, û daxwazê ji welatên din dikin, ku hesaba rejîmê bidnê.