Kurdistanmedia: Mihemed Birîlanlû xwedê midala bironiz a cîhanî, bi sedema pêşî lêgirtin li kêbirkêya cîhanî xatirê xwe ji dinyayay werzişê xwast.
Malpera “Codo Însayit” sedema jêbirkirina wî qehrimanê Kurd ê Xurasanê hev girûp digel rikaberê Îsra`îlê daye zanîn û nivîsiye: “Demeke gelek xemgîn bo werzişê”. Eve di demekê de ye ku, fidrasiyona cîhanî a Codoyê daxwaz ji Îranê kiribû ku dibe digel rikaberê xwe kêbirkê bikin.
Fidrasiyona Codo a Îranê bi awayekî eşkere daye zanîn ku, sedema amadenebûna Codokarê me, eve ye ku “Mihemed Birîlanlû” bixwe amade nebûye, lê wî werzişvanê Kurd ê xelkê Xurasanê di ser rûpela xwe a Înistagramê, ew îdi`aya Fedrasiyonê ret kiriye.
“Mihemed Birîlanlû” xelkê bajarê Bîcnord a navenda parêzgeha Xurasana bakûrî ye. Navbirî xwedê çendîn midalê Codoyê di asta navneteweyî de ye.
Her di vê pêwendiyê de, du sal berî niha “Cewad Mehbûb” ê kurdê Xurasanê ku, di kêbirkêya Codoyê, di asta cîhanî de jî, kesekî binavbang bû, û bi sedema piştevanînekirin ji navbirî re xatrê xwe ji dinyaya werzişê xwast.