Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Colombia” planek rejîma Îranê eşkere kir

11:41 - 4 Çirriya pêşîn 2021

“Colombia” planek rejîma Îranê ku dixwast operasiyonek berfireh a terorîstî di welatên derve de encam bide eşkere kir.

Lêkolînên “Colombia”yê bi hevkariya 15 Ajansên Ewlehiya Navnetewî planên rejîma Îranê ku dixwastin di çendîn welatên wekî “Amerîka, Aferîqa, Bulxaristan û Azerbaycan”ê de kiriyarên terorîstî encam bidin eşkere kir.

Herwisa malpera “Învîstîgîto Procêkt” (Investigate Project) belav kir, ku kiryara terorîstî ya Îranê di meha “June” de hatiye destpêkirin û yek ji navendên Îtilaatî a ser bi “Colombia”yê a bi navê “DNI” plana rejîma Îranê bo terorkirin du kes ji bazirganên naskirî yên Îsraîlî ku ji aliyê Efserek  payebilind yê ser bi “Spaha Qudis” ve bername bo  hatibû darêtin û ji aliyê “Spaha Qudis” a terorîst ve jî piştîvaniya malî jê hatibû kirin, eşker kir.

Ew Efserê Îranê yê bi navê “Rehmet Esedî” ji aliyê Saziya Zaniyariyên Rojavayî ve bi terorîstek metirsîdar hatiye naskirin.

“Esedî” temenê wî 40 sal e û berê jî di kuştina kesên biyanî de dest hebûye û herwisa di sala 2014an de li “Bankûkê” hatibû binçavkirin û radestê Îmarata Erebî hatibû kirin. Navbirî di kuştina bazirganek Berîtaniyayî yê bi navê “Ebas Yezdanpena” jî dest hebûye û çend mideh berî niha di navbera girtiyên Îmarat û Îranê de bi awayek bêdeng û nihênî hatine azadkirin.