Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çona kedkarên Rojhilat bo Herêma Kurdistanê zêde dibe

18:01 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Kedkarên bêkarmayî yên Rojhilatê Kurdistanê bona peydakirina kar rû li herêma Kurdistanê dikin û naxwazin ber bi bajarên wekî Tehranê û bajarên din yên Îranê ve herin.

Kedkarên nanwaxaneyan û kedkarên bînasazî, bi sedema bêkarî, rewşa dijwar a kar di Herêma Kurdistanê de, baştir ji kedkarî di bajarên mezin yên Îranê wekî Tehranê dibînin û rû li herêma Kurdistanê dikin; Lê rewşa kar û man li herêma Kurdistanê jî dijwariyên xwe hene ku kedkar rastî pirsgirêkan dibin.

Çalakvanê kedkarî yên nanpêjan yên “Merîwan û Sewlava”, “Ebdullah Bilwasî” gotiye: “Nêzî 2 salan e ku bi hêceta pîşeyîkirina nanvaxaneyan, alavek cihê kedkaran girtiye û piraniya kedkaran awareyê welatên cîran kirine.

“Ebdullah Bilwasî” ragihand: “Kedkar bona kar li herêma Kurdistanê, dibe belgeya niştecîbûnê hebin û xwedîkar dibe kefaleta wan bikin, piştre bo mana 6 mehan dibe 1 milyon dînar ku dibe 11 milyon Tumen bidin, lê ya dijwar ev e ku erêkirina kefaletê ji aliyê xwedîkar ve, kedkar dike koleyekî tewaw.

Perê ceribandindina Koronayê li dema hatin bo Herêma Kurdistanê ku 60 hezar dînar e û herwisa rejîm perê derçûn ji Îranê bi çend qatan ji kedkaran distîne.

Qasa heqdest ji aliyê xwedîkar ve tê danîn, ewlehiya kar û bîme tinîne û hekî xwedîkar ji kedkar nerazî be barmiteya xwe hildigre û kedkar bi qasî 1 milyon Dînar rastî xisarê dibe.