
Kurdistanmedia: Cotyarên nerazî û nerhet yên bajarê Îsfehanê, bi êrîşkirina bo ser alavên veguhastina avê ji rojhilata wî bajarî bo bajarê Yezdê, ev alavên hêla veguhastina avê hemû tevlîhev kirin.
Li gorî raporta nûçegihaniya girêdayî rejîmê ya bi navê “IRNA” ku belav kiriye, ji bo 24.mîn car, ji Adara sala 1396`an heya niha, cotyarên nerazî yên bajarê Îsfehanê, alavên veguhastina avê bo bajarê Yezdê hemû xirab kirine.
Ev cotyarane roja Yekşemî 4`ê Xezelwerê, ragehandine ku, hekî daxwazkariyên van di heyama 48 demjmêrên bê de neyên dabînkirin, ew hêla serekî ya veguhastina avê bo bajarê Yezdê wê qut bikin.
Berê jî cotyaran di kiryareke bi wî rengî de, ev hêla veguhastina avê tevlîhev kiribûn, û niha ev daxwaza dabînkirina mafê ava erdê çandinya xwe dikin.
Her di vê derheqê de, berprisên rejîmê soz dane, da ku li ser çavkanî û rûbarên zagrosê, bo dabînkirina ava çandiya cotyarên bajarê Îsfehanê mifahê jê werbigrin, lewma di çarçoveya terha “Biheşt Abad” ku armanca rêkxistina hêla ava rûbarên Çarmehala Bextyarî bo veguhastina ava wan bo bajarê Îsfehanê hatiye darêtin, û hewl dane da ku avê dabîn bikin, û ev çalakiya jî, nerazîbûna hevwelatiyên Lor derheq siyasetên cudahîdanînş ji aliyş rejîmê ve, li pey xwe hebûye.
Hêjayê basê ye ku, berê jî rejîmê bo qerebûkirina xemsariyên xwe, pirojeya veguhastina ava “Elîguderz” ji parêzgeha Loristanê bo parêzgeha Qumê dest pê kiribûn, û ev terha jî digel nerazîbûnên berfireh yên “Lor”an rûbirû bûye, ku her di vê pêwendiyê de jî, hejmareke zêde ji xelkê nerazî hatine destbiserkirin.