
Kurdistanmedia: Cotyarên bajarê Pîranşarê jî derheq paremana perê hasila wan ji aliyê xwedîkarxaneyan, civînên nerazîbûnê pêk anîn.
Şeva Yekşemî 28`ê Çiriya Pêşîn, cotyarên bajarê Pîranşarê bi sedema nedana perê hasila xwe ji aliyê xwediyê karxaneyê, li pêş deriyê karxaneya qend ya bajarê Pîranşarê bi armanca nîşanda nerazbûna xwe di vê derheqê de civîn lidar xistin.
Cotyarên bajarê Pîranşarê di demsala Bihar û havînê de, bi hemû zehmetiyan û dijwariyan, hewl didin da ku, hasila wan baş be, da ku dahata jiyana wan di demsala zivistanê de dabîn bike, lê dema digihîje destê xwedîkarxaneyan û yan jî dewletê, bi vî rengî bersiva zehmetiyên cotyaran didin.