Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Craig Faller: “Îran çek û hêz bo piştevanîkirin li “Nicolas Maduro” bo Vênêzoêlayê dişîne”

11:55 - 3 Kanûna pêşîn 2020

Serokê Stada Fermandehiya başûr ya Arteşa Amerîka, “Craig Faller” tevî hişdarîdan derheq bandora Îranê li Vênêzoêlayê daye zanîn ku komara Îslamî alîkariya “Nikolas Maduro” bona man li deshilatê dike.

Roja Çarşemî 3ê Kanûna Pêşîn, Serokê Stada Fermandehiya başûr ya Arteşa Amerîka, “Craig Faller” di hevpeyvîneke rojnamevaniyê de tevî îşarekirin bi amadebûna endamên Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst li Vênêzoêlayê ragihand: “Rejîma Îslamî bona li desthilatmana “Nicolas Maduro” çek û hêzê bo wî welatî dişîne”.

Herwisa navbirê amadebûna hêzên Îranê li Vênêzoêlayê bi “hişdarîder û nigeranker” bi nav kir û got: “Em dibînin ku bandora Îranê di wir de berfirehtir dibe”.

Herwisa “Craig Faller” got: “Amerîkayê hewlên xwe zêdetir kirine ku bikare di navbera alîkariyên mirovî û emraz û alavên din ku pêka dorpêçan qedexe ne û bi armanca alîkarîdan bona li deshilatmana “Nikolas Maduro” bo Vînêzoêlayê têne şandinê cudatiyekê zêdetir danê”.

Barên ku bo Vênêzoêlayê têne şandin bi tenê neft nîne û çek jî hatine şandin û pêka gotina hejmarek ji ragihandinên Îranê renge balafirên bêpîlot yên Îranê jî bo vênêzoêlayê bêne şandin.

Li ser wê mijarê, Serkomarê Kolombiyayê “Ivan Duque Marquez” ragihandibû: “Vênêzoêla dixwaze ji Îranê mûşekan bikire”; “Maduro” ev gotina wî red kiribû, lê kirîna mûşekan ji Îranê ve bi hizreke baş dabû xuya.

Kompaniya esmanî ya “Mahan” a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, roleke herî girîng li wan veguhastinan de heye.