Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dabezîna bê wêne a nirxa nefta cîhanê

10:46 - 9 Adar 2020

Nirxa nefta xaw di dawî demjimêrên roja Duşemî 19`ê Reşemê de, bi awayekî bê wêne dabezî û heya %30 rûbirû bû û nefta “Brent” bi 31 dolar û “West Texas Intermedit” haya 30 dolarî dabezî.

Nirxa “nefa xaw” bi sedema berfirehbûna vîrûsa Korona û civîna “OPEC” û Rûsiyê ku negiha bi ti lihevhatinekê û dabezî û herwisa Erebistana Siûdî jî bas ji dabezîn û kêmkirina nefta xwe kir.

Nûçegihaniya “Reuters”ê bi îşarekirin bi dabezîna nefta xaw daye zanîn ku, di sala 1991`an de heya niha tişteke wiha bê wêne neqewimî bû û herwisa daye zanîn ku ya herî kêm %31 ji nirxa nefta “Brent” a deryay bakur dabezî ye.

Pêka rapora “Reuters”ê, Erebistana Siûdî wekî mezintirîn hinardekerê nefta cîhanê, piştî dawî civîna “OPEC”ê ku nirxa nefta wê dabezî, di hewlê de ye ku Rûsiyayê wekî duyemîn berhemhênerê nefta cîhahî ceza bide.

Lihevhatina di navbera “Rûsiye û OPEC”ê de ku bi navê  “OPEC PLUS” tê nasîn, roja Înê piştî dijayetiya Moskoyê bi pîşniyara endamên “OPEC”ê bo dabezîna zêdetir a berhemanîna neftê, piştî sê salan têkçû.

Têkçûna “OPEC PLUS” demûdest berteka bazara neftê li pey xwe ve anî û nirxa cîhanî a neftê bi awayekî nêvencî nêzî 9% dabezî û nirxa nefta “OPEC”ê jî her bermîl heya 45 dolar û 49 sênt hatibû xwarê.