Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Amerîkayê delalekî Îranî bi 20 sal girtîgeh ceza da

13:55 - 8 Gulan 2021

Delalekî Îranî yê bi navê “Mêhrdad Ensarî” bi sedema binpêkirina dorpêçên aborî û dariştina pîlan bona bidestveanîna alavên leşkerî bi awayê neyasayî, ji aliyê dadgeheke Amerîkayê ve bi 20 sal girtîgeh hate zacadan.

Roja Înê 7ê Gulanê, Dadgeha Federal a bajarê “San Antonio” li elayeta “Texas” li Amerîkayê, kesekî Îranî yê bi navê “Mêhrdad Ensariyan”, 39 salî û rûniştiyê Îmarat û Almaniyayê, bi sedema binpêkirina dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê û dariştina pîlan bona bidestveanîna alavên hestiyar ên leşkerî bo rejîma Îranê, bi 20 salan girtîgehê ceza kir.

Dadgeha Federal a bajarê “San Antonio” daye zanîn ku “Mêhrdad  Ensarî” dê heta 20 salan li girtîgeha Federal de bimîne.

Li daxuyaniya  Dadgeha Federal a bajarê “San Antonio” de hatiye, ew alavên ku “Mêhrdad Ensarî” li pey wan bû, xwediyê şiyana leşkerî û neleşkerî ên 2 armancî bûne û şiyana wê yekê hebûn ku li sîstemên weku çekên navkî, kontrol û geşedan bi mûşekan, pêwendiya ewleh a radiyoyî yên taktîkî, şerê elekrtonîkî ên êrîşber, bertekdan li hember şerê elekronîkî ên leşkerî(Parazîtên radiyoyî) û sîstemên hoşdarîdan û çavedêriya radarî de, bêne bikaranîn.

Rejîma Îranê bi micidî û bi hemû awayekî hewlê dide ku zanist û alavên hewce bona şerê esmanî, mûşekên balistîkî û çeka navikî bi dest xwe ve bîne.