Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha Behrênê endamên tîma terorîstî ya ser bi rejîma Îranê ceza dan

12:12 - 2 Şibat 2021

Dadgeha Bilind a “Behrên”ê, endamên tîma “Qasim Silêmanî” ku tîmeke terorîstî ya ser bi Spaha Pasdaran a terorîst e, bi sedema endambûn li wê tîma terorîstî û hebnûna pilan bona danîna bomban di cihên hestiyar yên wî welatî de ceza dan.

Roja Duşemî 1ê Şibatê, Dadgeha Bilind a “Behrên”ê, 18 kes ên xelkê Behrênê bi sedema endambûn li tîma terorîstî ya bi navê “Sirriye Qasim Silêmanî” ku tîmeke terorîstî ya girêdayê rejîma Îranê ye ceza dan ku armanca wê tîmê, danîna bomb û teqandina wan bomban di cihên herstiyar yên Behrênê de bûye ku ji aliyê dezgeha ewlehiya wî welatî ve hatibûne naskirin û 9 kes ji wan binçav kiribûn.

Wê tîma terorîstî dixwest bi armanca tolahildana kuştina “Qasim Silêmanî”, çendîn cihên wekî îdareya lêkolînên kuştinan biteqînin, herwisa Îtiraf kiribûn ku perwerdeya çêkirin û teqandina bomban li binkeyên Spaha Pasdaran de dîtine.

Dema eşkerebûna wê tîma terorîstî û pûçkirina pilanên wan ji aliyê dezgehên ewlehiya Behrênê ve, hejmarek ji endamên wê tîmê bo derveyê Behrênê bi taybet bo aliyê Îranê revîn lê, 9 kes ji wan terorîstan hatine binçavkirin.

Dadgeha Behrênê, 8 kes ji wan terorîstan bi girtîgeha hetahetayî û 2 kes bi 15 salan girtîgeh, 2 kes bi 10 salan û yek kes bi 7 salan û 5 kes bi 5 salan bi girtîgehê ceza dan. Temenê wan kesan di navbera 17 heta 37 salan de ye.