
Kurdistanmedia: Di doza sereke ya darizandina Demîrtaş de bi beşdarbûna hemû dengên dadgehê biryara azadkirina wî hat dayîn.
Roja Duşemî 11`ê Xermanana 1398`an (2`ê Îlona 2018`an), Dadgeha Bilind a Enqereyê, bi piraniya dengan ve biryara azadkirina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahadîn Demîrtaş da.
Di vê dadgehê de “Selahedîn Demîrtaş” bi rêya telekonferansê ve amade bû, piştre dadgehê biryar da ku navbirî ji ber wê doza ku hatibû girtin bê azadkirin.
Parêzerê Demîrtaş “Ramazan Demîr” gotiye: “Jiber ku ji dozeke din 4 sal û 8 meh cezayê Demîrtaş heye ew nayê berdan.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê “Selahedîn Demîrtaş” ji roja 4`ê Mijdara 2016`an ve li girtîgeha tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin.