Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha “Lahe” dê li ser xwenîşandanên Xezelwera 1398an dadgehekê lidar bixe

12:47 - 14 Çirriya paşîn 2020

Dadgeha “Lahê” dê li ser xwenîşandanên nerizayetiyên sala 1398an li Îranê, lêkolînan bike û dadgehekê bi rê ve bibe.

Hevdem hatina salvegera nerizayetiyên meha Xezelwer a 1398an, desteyek ji çalakvanên mafê mirov û sê Saziyên wekî, “Dadperwerî bo Îran”, “Mafê Mirovê Îran” û “Digel hev dijî Îdam”ê, di meha Rêbendana îsal dê dadghek li ser şikayeta şahidan li dadgeha “Lahe” de lidar bixin û herwisa hatiye ragihandin ku girûpek ji mafnasên navnetewî dê wê dadgehê de pêregihîştina şikayetan bikin.

Herwisa hatiye ragihandin ku “Hemîd Sebbî” û “Rêcîna Paolos” li wê dadgehê de ji “şahidan, hepsîkeran û birîndarbûyan” xwestine ku belgeyên xwe radestî dadgehê bikin”.

Nûçegihaniya “Reuters”ê berê dabû zanîn ku zêdetir ji 1 hezar û 500 kes di wan xwenîşandanan de hatine kuştin ku 17 nûciwan û 440 jin li listê wan qurbaniyan de hebûne.

Herwisa hatiye ragihandin ku ew dadgeh dê 3 rojan bê lidarxistin û hegera lidarxistina wê dadgehê, bêdengî û xemsariya welatên cîhanî derheq qirkirina xwenîşanderên sala 1398an ji aliyê rejîma Îranê û herwisa li ser şikayeta malbat û kesên xwenîşanderan e.