Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha mafê mirov a Ewropayê daxwaza azad kirina “Demîrtaş” kir

12:17 - 23 Kanûna pêşîn 2020

Dadgeha mafê mirov a Ewropayê, bi derxistina hukmekê, daxwaza azadkirina bilez a “Selahedîn Demîrtaş” siyasetvanê Kurd û hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan di girtîgeha Tirkiyê de kir.

Herwisa Dadgeha “Sitrasborg” derheq dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş de biryar da û ragihand ku divê ew demûdest were berdan.

Dadgeha mafê mirov a Ewropayê gotiye ku Tirkiye dibe 60 hezar “Euro” wek xerc bide Demîrtaş.

“Selahedîn Demîrtaş” 14`ê Xezelwera sala 1395`an li meşa binçavkirina serok û endamên Partiya Demokrat a Gelan hate girtin.

Dadgeha mafê mirov a Ewropayê ragehandiye ku armanca berpirsên Tirkiyê ji binçavkirina Demîrtaş bertengkirina bas û civînên siyasî bûye.

Dadgeha “ Sitrasborg “ berê jî fermana azadkirina wî siyasetvanê Kurd dabû, lê Tirkiyê ew hukime bi rê ve nebir.

Eva jî di halekê de ye ku Tirkiye endamê şêwra Ewropayê ye û dibe peyrewî ji wê hukmê dadgeha mafê mirov a Ewropayê bike.