Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraqiyek li Almaniyayê bi tawana “komkujiya” Êzidiyan bi hepsa heta hetayê hate cezadan

18:45 - 30 Çirriya paşîn 2021

Dadgeha Frankfort a welatê Almaniyayê kesekî endamê DAÎŞê yê bi navê “Taha El-Cemîlî” bi tawana qirkirina Kurdên Êzidî dadgehî kir.

Wê dadgehê “Taha El-Cemîlî” bi girtîngeha heta hetayî û jina wî jî bi 10 sal girtîngeh ceza daye.

“Taha El-Cemîlî” tawanbar e ku keça Kurdeka Êzîdî ya bi navê “Raniya”, temen 5 salî ku nesax bûye, birsî û tênî di bin tawa rojê de bi zincîran girêdaye heta ku wê keça Kurd canê xwe ji dest daye.

Herwisa hevjîna “Taha El-Cemîlî” ya bi navê “Jennifer Vanish” ku endamê DAÎŞê bûye û bi bûka DAÎŞê hatiye binavkirin di meha derbasbûyî de bi tawana rêgirînekirin jî kuştina hovaneya wê keça Kurd, bi 10 sal girtîgehê hatibû cezakirin.

Kurdên Êzidî di heyama êrîşên terorîstên DAÎŞê li ser Sûriye û Îraqê di salên 2014 û 2015an de rastî êrîşa hovaneya hêzên DAÎŞê hatin û zêdetir ji 10 hezar Kurdên Êzidî di wan deveran de bi taybet li bajarê “Şingal”ê hatine qirkirin û 7 hezar jin û keçên Kurdên Êzidî ji aliyê hêzên DAÎŞê ve wekî xudam û koyle bi dîl birin û di bazarên ticareta koyleyan de firotin.