Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeheke rejîma Îranê 6 hevwelatiyên Bihaiy ceza kir

18:44 - 12 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Dadgeheke rejîma Îranê 6 hevwelatiyên ku mesebê van Bihaiy bûn ceza kir.

 Li gorî rapora malpera Mafê Mirov li Îranê, roja Sêşemî 11`ê Hezîrana 2019`an, di civîna dadgehê de li bajarê Tevrêzê, 6 hevwelatiyên Bihaiy ku rûniştiyên wî bajarî ne, bi tohmeta endambûn di rêkixistina neyasay ya Bihayiyan de, ev ceza kirine.

Nasnameya wan 6 hevwelatiyên Bihayi ên ku hatine ceza dan wiha ne: “Xêyrulah Bexşî, Monîka Elîzade, Kambîz Mîsaqî, Şebnem Îsaxanî, Ferzad Behadurî û Şehryar Xodapenah”.

Pêka zanyariyên berdest, ev hevwelatiyên Bihaiy li Çiliya Paşîn a sala 2018`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîmê li bajarê Tevrêzê hatibûne desteserkirin, û piştî lêkolînên bênavber, bi danîna barmteyê bo heya bidawîbûna civînên dadgehê hatibûne azadkirin.

Her di vê derheqê de, şvêrmendê taybet yê wezareta Karê Derve yê Amerîkayê yê di karûbarên mesebên kêm li Rojhilata Navîn, û Navenda Asiyayê, berdewambûna azar û ezyetkirina mesebên kêm di Îranê de rexnekiriye û ji Komara Îslamî daxwazkiriye da ku, bilez hemû girtiyên eqîdetî  azad bike û herwisa rêz ji azadiya meseban bigire.

 

Herwisa roja Sêşemî 10`ê Banemerê “Nax Temiz”, di civîna Yekîtiya lidijî ADL li “Washington”ê, ragihand ku: Rejîma Îran hevwelatiyên Bihaiy ên di wî welatî de, tepeser dike, û liçav reftarkirina digel kêmaniyan li tu cihê cîhanê nine, û li gorî amaran, di heyama du mehên derbazbûyî 70 Bihaiy, bi tawana vê ku tenê mesebê van Bihaiye, di girtîgehên Îranê de hepsîne, û Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî, bi awayekî berdewam sivkatiyên dezgehên rejîma Îranê derheq Bihaiyan,  û rênedan van di karê îdarî yên dewletê de, û herwisa bêparkirina ji hewcehiyên destpêkî  û afirandina astengiyan li ser rêya van, rexnekiriye.

Rejîma dîktatora Îranê, xeyrî mesebê Şî`e tu mesebên din bi fermî nasnake û di gotar û yasaya bingehîn ya dewletê de tevahiya meseban xeryî Bihayan bi fermî nas dike, lê, bi kiryar tu rêzekê li van nagire û îzina beşdarbûna mesebiyên xeryî Şî`e di karûbarên welat de nade û biawaywkî berdewam van azar û ezyet dike, bo mînak di roja cejna Remezanê de jî li bajarê Tehranê pêşî ji birêveçûna rêûresma nimêja cejna Remezanê ya Sonî mesebên wî bajarî girt.