Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadigeha Hewlêrê bikujên Qadir Qadirî mehkumî êdamê kirin

12:47 - 3 Tebax 2021

Dadigeha Hewlêrî 3 kes ji wan kêsên ku dest di kuştina Qadir Qadirî kadrê Hizba Demokrata Kurdistanê de hebûn, mehkumî êdamê kirin.

Roja Duşemiyê 3ê Tebaxa 2021an, taya 2 a dadigeha tawanan ya Hewlêrê, piştî çendîn civînên dadigehê, 3 kes ji tometbar bi kuştina Qadir Qadirî yêk ji fermandên Hizba Demokrata Kurdistanê, mehkumî êdamê kirin.

Gorî Hikmê dadigehê, wan 3 tawanbaran, dest li kuştina Qadir Qadirî de hebûne.

Gorî gotina berevankarê dosya ya han, wan 3 kesan êitraf bi kuştina navbirî kirine û gotine ku wan bo wergirtina 40 hezar Dolarî  ji rejîma Îranê û sipaha pastaran, ev kare kirine, lê di hikmê dadgehê de amaje bi dest têda bûna rejîma Îranê bi wê terorê nehatiye kirin, û wekî teror nedaye nasandin, belkî di hikmê dadgehê de ev bi kuştina emd hatiye zanîn.

Encamderên kuştina Qadir Qadirî ku mehkumî êdamê bûne ewin:

Mela Osman Hîzopî xelkê Pîranşehrê

Selam Mehmûd Qadir xelkê Başûrê Kurdistanê

Silêman Îbrahîm Silêman xelkê Başûrê Kurdistanê

Hewceyî bîranînê ye ku di 16ê meha Reşema 1396 an de termê Qadir Qadirî ku bi derba 20 gulleyan hatibû kuştin li geliyê Balîsanê hatibû peyda kirin.