
Dadigeha Navnetewiye Lahê yek ji 4 sûçdarê Hizbulaê weke bikujê Refîq Herîrî mehkum kir.
Roja 18ê Tebaxa 2020an Dadigeha navnetewiye Lahê li derheq terora Refîq Herîrî Serokwezîrê berê yê Lubnanê, hikmê xwe da û yek ji wan 4 kesên sûçdar bi wê terorê, bi encamder û bernamedarêjê wê terorê, mehkum kir.
Hizbulaha Lubnanê girûpa terorîstiye grêdayî bi rejîma Îranê sûçdarê endam dana teqîna ku bû sedemê kuştina Refîq Herîrî tê zanîn.
Selîm Eyaş endamê Hizbulahê ji aliyê dadigeha Lahê ve bi bikujê Refîq herîrî hate mehkum kirin, lê di hikmê dadigehê de hatiye ku ew teror bi armanca siyasî hatiye kirin.
Refîq Herîrî yek ji kesayetiyên herî berçav û xwedî bandore siyasiye Lubnanê bû ku di sala 2005ê bi hegera teqînekê li Beyrûtê de hate kuştin.
Wê demê gelek zû Hizbulah û bi hevdestiya rejîma Îranê bi encamderê wê terorê hatne naskirin, heya roja derbas bûyî, di encamê de dadigeha Lahê hikmê xwe derkir.
Se`ed Herîrî kurê refîq Herîrî, piştî derçuna wî hikmî, daxwaz kir ku bila Hizbulah Selî Eyaş radest bike.
Pompîo yê wezîrê derweye Amerîka jî mehkum kirina Selîm Eyaşê endamê hizbulahê weke bikujê Refîq Herîrî, eyana terorîst bûna Hizbulaê da zanîn.
Wezîrê derweye Erebistanê jî ragihand ku Hizbulahê bi terora Herîrî, bandorekî mezin li ser lewaziya ewlehiya Lubnanê dana.