Dadigeha navnetewî a Lahê 39 kes ji berpirsên rejîma Îranê li ast û pileya herî serweyî deshilatê de, bi hegera tepeseriya xwenîşandanên Xezelwera 1398an, bi encamderên cinayeta dijî mirovahiyê sûçdar kirin.
Roja Sêşemiyê 2 yê Adarê, Dadigeha navnetewî a Lahê di hikmekê de 39 kes ji deshilatdarên rejîmê ji wan Elî Xamineyî rêberê rejîmê, Hesen Ruhanî serkomarê rejîmê, Îbrahîm Re`îsî serokê dezgeha dadweriya rejîmê, Rehman Fezlî wezîrê navxwe yê rejîmê, Mehmûd Elewî wezîrê îtla`atê, Elî Şemxanî sikirtêrê kora berhevdana berjevendiya rejîmê, bi sûçê biryar dana bona tepeserî û kuştara xwenîşanderên payîza 98an, weke cinayetkarên bi dijî mirovahiyê dane zanîn.
Wê dadigeha navnetewî tewî bi cinayetkar nasandina wan 39 berpirsên rejîmê, hevdem ew kesane wexandine bo dadigehê.
Dadigeha navnetewî a Lahê dosya kuştara xwenîşanderên 98an, li ser daxwaza çend saziyên berewankarê mafê miro û herwisa malbatên şehîdên xwenîşandanên payîza 98an, hatibû lidarxistin ku di encamê de, deshilatdarên rejîmê li asta herî serwe de, bi cinayetkar dane nasandin.
Gorî amarên hatinî piştrastkirin, di xwenîşandanên payîza 98an de aliyê kêm 1500 kes bi fermana rastewxwe ya wan deshilatdarên rejîmê hatne kuştin, û hezaran kes jî hatne binçavkirin ku heya îro jî qedera zaf kesan zelal nîne.