Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadigeheke Amerîka hikmekeî nû li ser Îran û sûriyê da

12:59 - 3 Hezîran 2020

Dadwerekî Federal di bajarê Waşîngtonê de, rejîma Îranê û rejîma Sûriyê wekî berpirsiyarê êrîşên salên derbasbûyî yên girûpên terorîstî yên Felistînî li ser xelkê medenî daye zanîn.

Wî Dadwerê Federal di bajarê Waşîngtûnê de daye xûyakirin ku dibe qerebûya wan malbatên Amerîkayî û qurbaniyên wan êrîşan bê kirin.

Di gelempera 57 şikayetan, 44 kes xelkê Amerîka an Amrîkî-Îsraîlî ne.

Wan kesan, şikayet dijî rejîma Îranê û Wezareta Îtila`atê û rejîma Sûriyê li ser berpirsyarbûn di hember 7 êrîşên bikujane yên milîsên çekdar yên Filistînî ve di nawbera salên 2008-2016 hatine kirin, tomar kirine.

Wan kesên şikayetkirî, di dadgehê de bi belge û hegeran selimandine ku rejîma Îranê û rejîma Sûriyê, bi alîkariya 2 girûpên terorîstî yên “Hemas û Cîhada Îslamî” hewl dane servetir ji yasayan welatiyên Amerîkayê bikujin.

Herwsia wan gotine ku’, bi wê pêkê, dewletên derve nikarin ji parêzvaniya yasayî mifahê wergirin.

Rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîsy berdewam û wek siyaseta xwe ya binyatî û negor bona parastina rejîmê û herwisa bi rê ve birina projeya hinarde kirina şoreêş û dijatiya zilhêzan hewl dane bi rêya girûpên terorîstî di welatên devera rojhilata nawîn û cîhanê de, kiryarên terorîstî bike.