Pêvajoya dadigehî kirina Hemîd Nûrî cinayetkarê komkujiya hepsiyên siyasî di sala 1367 an de, li Swîdê berdewame.
Roja 9ê Adara 2022 an, 72 yemîn ciwîna dadigehî kirina Hemîd Nûrî jialiyê Dadigeha Swîdê ve birêve çu.
Di wê ciwînê de daxwaz hatibû kirin ku Hemîd Nûrî wekî sûçdarê “Nesilkujiyê” bête nasandin.
Qaziyê Dadigehê di encamê de ragihan ku wî tu peywendiyek bi Nesilkujiyê ve tunîne û tenê ev sûçdare bi dest têda bûn û beşdariya di komkujiya hepsiyên siyasî di sala 1367 ê.
Gorî şikayeta dehan malbatên kuştiyên siyasiye sala 67 ê, Hemîd Nûrî wê demê li girtîgeha Goherdeştê da bûye û di êdamkirina sedan hepsiyan de beşdar bûye û yêk ji wan kesan bûye ku hepsî îşkence kirine.
Hemî carê û li dema birêve çuna ciwîna dadigehî kirina Hemîd Nûrî de, sedan kes ji malbatên qurbaniyên sala 67ê û dijberên rejîma Îranê ber derê dadigehê amade dibin.
Red kirina sûçê nasandina Nûrî bi Nesilkujî jialiyê dadigehê ve, Roja çwarşemiyê bû sedemê nerizayetî û xwenîşandana wan malbatên hepsiyên siyasî û dijberên rejîmê.