Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadsitana Giştî ya Amedê daxwaza binçavkirina Osman Baydemir kir

18:23 - 17 Îlon 2020

Dadsitana Giştî a Amedê, daxwaza binçavkirina parlemanterê berê yê HDPê “Osman Baydemir” ku li welatê Birîtaniyayê ye kir.

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Anadolu”yê ya ser bi Tirkiyê belav kiriye, Dadsitana Giştî ya Amedê daxwaz wegerîna “Osman Baydenir” kesayetiyê Navdar yê Kurd bo Tirkiyê kiriye û destûra binçavkirina navbirî xistiye ber destê dadwer.

Dadsitana Giştî ya Amedê Osman Baydemir Kesayetiyê Navdar ê Kurd bi endamê opozîsiyona dijberê Tirkiyê tohmetbar kiriye.

Hewisa Ajansa Nûçegihaniya “Anadolu”yê belav kiriye ku, Dadsitana Giştî ya Amedê, bi sedema wê tohmetê daxwaza heft sal û nîv bo 15 sal ceza, bo Osman Baydemir dike ku navbirî li derweyê welat e.

Li ser wê dosyayê daxwaz ji welatê Birîtaniyayê hatiye kirin ku Osman Baydemir binçav bikin û radestê welatê Tirkiyê bikin.