Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadsitanê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê gotiye ku sardxane pir bûne ji termên Koronayê

17:37 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi sedema belavbûna bi lezgîn a cura nû a vîrûsa Koronayê di Îranê de rewşa parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê awirte ye û nebûna nexweşxane û navendên tendirustiyê, krîz di wê parêzgehê de afirandine û amara canjidestdanê gelek zêde bûye, lê Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê bi berdewamî ew amarane red dike.

“Mêhdî Şemisabadî” Dadsitanê “Sîstan û Belûçistan”ê li derheq rewşa krîzî ya wê parêzgahê gotiye: “Sardexaneyên wê parêzgahê tejî bûne ji terman, eva rastiyek e ku em nikarin veşêrîn”

Navbirî rexne li berpirsên Wezareta Tendirustiyê girtiye û bas ji vê yekê kiriye ku bo derxistina rastiyan dibe ku kesên bawerpêkirî bişînine nava xelkê û nexweşxaneyên wê parêzgahê.

Pêka gotinên “Şemsabadî” ji %60 pêketiyên Koronayê di parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê de temenê wan navbera 30 heta 60 saliyê ye.