Dadsitanê Swêdê daxwaza cezaya girtîgeha hete hetayî bo tawanbarê cinayet li dijî mirovahiyê “Hemîd Nûrî” kiriye.
Dadstanê Swêdê bi sedema hebûna rola dadwerê berê yê dadgehên rejîma Îranê “Hemîd Nûrî” li kuştina girtiyên siyasî û encamdana cinayet li dijî mirovahiyê li sala 1367an, daxwaza cezaya hetehetayî bo wî terorîstê rejîma Îranê kiriye û ragihandiye ku Hemîd Nûrî di berevaniyên xwe de rêrevê siyaseta rejîma Îranê li înkar û hêcetanînan bo kuştina hezaran kesî ye.
Herwisa dadgeha Swêdê ragihandiye ku Hemîd Nûrî hogirê serkutkirina dijberên rejîma Îranê ye û li sala 1361an bi awayê dilxwazane amadeyê kar di dadgeha şoriş û dadstaniyê de bûye.
Herwisa Dadstanê Swêdê gotiye ku Hemîd Nûrî kesek metirsîdar e û divê di girtîgehê de bimîne.
Hezaran girtiyên siyasî di dehika 60an de bi fermana Xumêynî û di demek kin de li girtîgehên Îranê de hatine îdamkirin û Hemîd Nûrî yek ji wan cinayetkarên rejîmê bûye ku di cezadan û îdamkirina hezaran azadîxawazî de rol hebûye.