Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dahata Îranê di sala 1399an de 5 milyard Dolar bûye

12:40 - 1 Gulan 2021

Cihgirê Yekem yê Serkomarê Îranê, “Ishaq Cehangîrî” gotiye: “Dahata Îranê ji hinardekirin di sala 1399an de 5 milyar Dolar bûye ku salên berê 100 milyard Dolar bû”.

Roja Înê 30ê Nîsanê, Cihgirê Yekem yê Serkomarê Îranê, “Ishaq Cehangîrî” di hevpeyvînekê de got: “Dahata erzî li sala 1399an de 5 miyard Dolar bûye”, lê navbirî ti rohnkirinek li ser vê yekê nedaye ku ew 5 milyard Dolar ji firotina neftê ye an ev  gelempera giştî ya dahata erzî ya Îranê ye.

Kompaniyên wekî “Kiplêr û Rêfinîto” ku hatûçûya neftkêşan kontrol dikin û herwisa çendîn nûçegihaniyên wekî “Reuterz”ê ragihandine, ku dahata firotina rojane ya nefta Îranê li sala 1399an de nêzî 320 hezar bermîl bûye û bi berevirda nirxa nefta Îranê li heman salê de, rejîma Îranê nêzî 5 miyard Dolaran dahat hebûye.

Herwisa Sindoqa Navnetewî ya Pere ragihandiye, ku Îran li sala 1399an de nêzî 68 milyard Dolar dahat ji şandina kelûpelan bo derve, firotina neftê û xizmetkariyan de hebûye ku pêka dahata li sala 2018an de bi tenê 1 li ser 3ê daketiye.

Ticareta neftê û kelûpelên din bi awayê qaçax ji aliyê Îranê ve bi serastî rohn nîne ku bi ti qasekî ye, lewma dahata Îranê jî, bi serastî rohn nîne, rejîma Îranê kelûpel û nefta xwe bi nirxeke erzan difroşe û piraniya caran jî rohn nîne ku ew dahat bo Îranê dizîvire an na û renge li welatên dinê de wekî Lubnan û Sûriyê bê xerckirin.