Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dahata kedkaran ji 1 milyon û 200 hezar Tûmenî kêmtire dibe

12:47 - 25 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Nûnerê kedkaran yê di Şêvra Bilind ya Kar de got, heya îro  kêmbûna şiyana kirînê û heqdesta kedkaran ji sînorê 1 miliyon û 200 hezar Tûmenî derbaz bûye, êdî dema sebirkirinê nemaye.

Li gorî raportên belavûyî, Feramerz Tofîqî, nûnerê kedkaran yê di Şêvra Bilind ya Kar de, di gotûbêja digel  Nûçegihaniya “Tensîm” a girêdayî rejîmê ragehand ku: Êdî dema sebirê nemaye û kêmbûna şiyana kirînê û heqdestê kedkaran  ji sînorê 1 milyon û 200 hezar Tûmenî kêmtir bûye û êdî dema sebirkirinê nemaye û got ku, yek ji daxwaziyên kedkaran zêdekirina heqdestê vane ku daxwaziyeke %100 ji micid e, û emê hemû hewla xwe di vê derbarê bidin.

Herwisa navbirî derheq zêdebûna nirxan de jî got, hekî nirxa Dolar dakeve di vê rewşê de, dibe danûstandinên civakî jî bi giştî herçavan ku bilind bûne, wisa jî  kêm bibin lê, ev kesên ku dem bi dem nirxa Dolar dinirxandin, û nirxên pêşniyarkirî  hevahengî dikirin û zêde dikirin, lê niha bi daketina nirxa Dolar wê nirxa tiştan jî kêm bikin? Lê rewşa niha  ku bi ser civakê de zal e,  tu îmkana kêmkirina nirxa tiştan nîne.

Wî nûnerê kedkariyê  di Şêvra Bilind ya Kar de, zêde jî kir ku: Yek ji daxwazên  kedkaran zêdekirina heqdestê wan e, û daxwazkariyeke %100 ji micid e, lê  dewlet hin karên din jî dikare, di vê derheqê de encam bide, dewlet dikare  pêş ji zêdekirina dahata xwe wekî “zêdekirina nirxan  û zêdekirina buhaya petrolê … hwd,  bo kedkaran alîkariyên bilî alîkariyên pere bike, ez kedkar im û mafê min tijîkirina ev valahiya heqdest û alîkariya bilî pere bo  darbazî a jiyana min e ji aliyê dewletê ve,  û ji dewletê daxwaz dikim, û dev ji vê daxwaza xwe jî bernadim.

Axavtinên wî nûnerê kedkaran di demekê de ne ku,  ev heyama salekê zêdetir e ku bi sebeba ber bi zêdeçûna nirxa tiştan û kêmbûna heqdestê kedkaran û nedana heqdestê kedakar û karmendên îdareyan ji aliyê  xwedî karxane û dewletê ve,  xelkê tex û qatên cuda yên civakê bi rengekî beredewam dest avêtin girevên seranserî di Îranê de, û berpirsên rejîma Îranê jî derheq çareseriyên pirsgirêk û  daxwaziyên wiha de, tu hewlek nedane û heta hin caran gefên desteserkirin û cezayên wekî bidarvekirinê ji van xwarine.