
Karbidestên rejîma Îranê bas dikin ku dorpêçên aborî yên Amerîkayê, ti karlêkeriyek li ser rewşa aboriya welat û xelkê, nedaniye, lê Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” îtiraf dike ku dorpêçên Amerîka 900 hezar milyard tumen ji dahata Îranê kêm kiriye.
Karbidestên rejîam Îranê, îdi`a dikin ku: “Dorpêçên Amerîka bo me, ne`imet anku xêra Xwedê bûn û me şiya li ser tev pîlanên dijmin de serbikevin, lê bi xwe bas dikin ku bi sedema wê cezaya aborî anku bi navê (Xêra Xwedê) binav dikin, rewşa welat perîşane.
Dahata neft a Îranê bi qasekî zaf daketiye û piraniya projeyên rejîmê, bi taybet projeyên berhemanîn a Wezareta Neftê hatine ragirtin.
Wezîrê Neftê yê rejîma Îranê, Bîjen Namdar Zengene” ragihandiye ku, wezareta neftê bi sedema dorpêçan birsiyan êdî nikare xwe se4r pêyan bigre û rûmetê xwe bi sileyan sor dike.
Berpirsên rejîma Îranê amade nînin ku rasterast îtiraf bikin ku dorpêçên Amerîka bandor danaye ser abûriya welat û rejîm xistiye bin givaşê de, her çiqas deshilatdarên rejîmê nexwazin rastiyan jî bînine ziman, lê rastî hinde berçav û eşkerene ku hemî kes dizane û haylê bûye ku rewş çawane.