
Dahata serane ya werzêrên parêzgeha “Kirmaşan”ê %70 ji dahata serane ya werzêrên Îranê kêmtire.
Roja Pêncşemî, 6ê Tebaxê, Berpirsê “Cehad a Kişawerzî” yê parêzgeha “Kirmaşan”ê, “Nûrbexş Hatemî” ragihand: “Dahata serane ya werzêrên parêzgeha Kirmaşanê, ji dahata serane ya %70 a werzêrên “Îran”ê kêmtir e û tevî ku şiyana dabînkirin a hewcehîyên navxweya “Îran”ê hene, şiyana hinardekirin bo derveyî welat jî hene”.
Herwisa navbirî ragihand ku parêzgeha Kirmaşanê bi hebûna 11 core deverên cuda yên bi av û hewayên cuda, şiyana berhemanîna %98 a corên berhemên werzêriyê heye û 2 qat, zêdetir ji nêwinciya welat baran lê dibare.
Werzêrên parêzgeha Kirmaşanê bi hemû hêza xwe derheq berhemanîna baştir û zêdetir cehdê dikin.
tinebûna siyaseta aborî bona hinardekirin a berhemên werzêran di Îran ê û tinebûna berpirsên jêhatî û herwisa guhnedan bi pirsgirêkên werzêran ji aliyê rejîmê we, mezintirîn derbe gihandiye berhemanîn û dahata werzêran di parêzgehên Kurdistanê.